Çima Pirtûkxaneya Jinên Kurd?

Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd di 24’ê Hezîrana 2023’an de li Silêmaniyê bi beşdariya jinên Kurd ku li çar aliyê cîhanê belav bûne û bi sînorên 4 netewe-dewletan hatine parvekirin u û dostên wan ên, hate vekirin. Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd xeyala Nagihan Akarsel û gelek jinên Kurd bû. Nagihan a ku ji bo pêkanîna vê xewna xwe gelek xebitî, niha ne di nav me de ye. Ji ber ku ev xeyal bi bihaneya jiyana wî pêk hat. Ev jî zanîna herî bingehîn e ku em kî ne, sedema hebûna me ye.

Ji bo hilgirtina barê vê zanînê, em dixwazin agahi biden kû ji bo çi pêwîstiya me bi vekirina navendeke bi vî rengî heye û di têkoşîna jinan de tê çi wateyê.

Dîrok nikare bi tenê palikên niviskî were bi destgirtin, zîndî û dînamîke. Hela mijara gotinê dîroka jinan bê, dîrokê bi pelikan sînordar kirin, bi gotinê herî sivik tune hesibandina wê dîrokê ye. Mijarên wekî ku çi hêjayî palikkirinê hatiye dîtin, kîjan palik têne parastin, kî dîrok li gorî çi nivîsandiye, li hemberî zanista dîrokê rexneyên jinan ya girîngin. Bi wê rexneyê tê destnîşan kirin, ne tenê dîroka jinan, tê destnîşankirin ka dîroka gelên kolonîkirî çawa hatiye xera kirin û nexûya bûye.

Hîpoteza ku yên ku palik û delîlên li gorî formên klasîk û diyarkirî tevdigerin li dû xwe nehêlin, dîrokek wan tune ye, ji aliyê jinan ve hatiye pûç kirin. ew qalibên dîrokê serdest ya mêr, her ku jin bixwe dîroka xwe dinîvîsîn, bi gotinên xwe diaxivin hildiweşe. Dîrok vediguhere pirekî zindî, dinamik, rengîn yê ku bîrewerî û pêşerojê me digihîne hev û du. Di heman deme de tekoşîna jinan bi ve alî we dibe têkoşîna bîr anîn û bi bîr xistin.

Tê zanîn; bi giştî xebatên Kurdan, dîroka lêkolîna dîrokî ya navxweyî pir nû ye. Ji vî alî ve, dîroka Mezopotamya û Kurdistanê, şewazê ku tê de cih girtina jinê, divê bi nêrîna jinê, ji nû ve bê nirxandin û destgirtin. Ji ber vê yekê, jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn ên ku di bin bendava oryantalîzm, kolonyalîzm û baviksalarî de asê mane, dîroka xwe bi ziman û rêbazên xwe bilêvkirin, îro weke pêdiviyeke nikare were paşxistin derdikeve holê.

Jinên Kurdistanî û yên Rojhilata Navîn wê çawa bikaribin xwe, têkoşîna xwe vebêjin, wê çawa bi dîroka xwe re têkiliyek bidin avakirin? Jinên vê erdnigariyê wê çawa çavkaniyên agahiyên di derbarê xwe de ava bikin, wê berê xwe bidin kîjan aliyê û wê pêşeroja xwe bi bîrekî çawa bihûnin? Xerca bingehîn a Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd em bi van pirsan tevdidin. Bi ew navend em mekanê jinan avadikin. Ew mekan di serî de bibe mekanê jinan, jinên Rojhilata Navîn bi ziman û etnisîteyen cuda yên ku li ser axa Kurdistanê jiyan dikin, bikaribin dîroka xwe bi zimanê xwe vebêjin, lêkolîn bikin, qeyd bikin û parve bikin. Rêvebirina xebateke wiha di nava Kurdistanê de ya ku rexmê ku di bin zexta pergala zilam de ye, hê jî çavkaniyeke zindî ya çand û zimanê jinê ye, dikin.

Bi qasî ku avakirina navendên ku di derbarê gelê Kurd û Kurdistanî de xebatên girîng dimeşîne, arşîv, palik, agahî kom dike girîng in; bi qasî ku vê pêdiviyê jinan pêk bîne şêwe negirtiye. Ji aliyê din zelal e ku bi paradîgmaya zanista pozîtîvîst ya ku pergala baviksalariyê xwe dispêre, ne dîroka jinan dikare were nivîsandin, ne jî rastiya jina ji aliyên xwe yên cûda dikare were dahûrandin û palikkirin.

Di nav van derfetan de ji aliyê jinan ve palikên li ser Kurdistanê derxistina holê û parastina wan weke zaruriyekê derdikeve holê. Divê xebatên felsefî, hûnerî, wêjeyî, zanistî yê ku li serkokê xwe agahiyên xwe bi xwe derdixe, ne bi çavê kesekî cûda bi nasnameya xwe lê dinêre pêşbikevin. Ji bo vê ji aliyekê divê bi xebatên kolandinê yên li ser paşerojê, jêmayiyên ku ji jinan maye werin komkirin. Ji aliyekî din jî bi tevgera li gor pîvana ‘dîrok di roja me de veşartiye’, ji bo veguhastina pêşerojê ya deng, gotin, berhemên jinên hemdem komkirin û parastina wan bê kirin.

Îro, bi kedekê kolektif û îradeyekê hevpar Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd tê jiyanî kirin, em ji dîroka xwe, ji têkoşîna xwe, ji aqlê hevpar ya jinê hêz digirin.

Biçe Li Jor