Roja Jinên Navneteweyî, ku di 8ê Adarê de tê pîrozkirin, ji rojekê pir zêdetir e; ew sembola têkoşîneke dehsalan a...

Nagihan Akarsel di sala 1976’an de li bajarokê Golyazî ya navçeya Cîhanbeylî li bajarê Konyayê ji dayîk bû. Navê gund bi kurdî Xelîkan e. Gundê Kurdan e. Gelê wir ji xwe re dibêjin Kurmanc. Ew tefandina agir piştî hilatina rojê guneh dibînin û agir bi avê natefînin. Nagihan li ser çavkaniya van kevneşopiyan gelek lêkolîn dike. Her çiqas gund gundekî Hanefî ye jî, Nagihan têkiliya bingehê şêneyên gundê xwe bi Êzdayetî û Elewîtiyê ve girê dide û şêpên gundê xwe digIhîne herêma Meletî-Dêrsimê. Hezkirina xwe ya ji Dêrsim û Şengalê re jî bi vê yekê ve girê dide. Zîlan zarokatiya xweli gundê xwe kir.
