Mîraza xwişkên Mirabal
Em navên wan bi dengekî bilind diqîrin: Patria, Minerva, û Maria-Teresa. Sê xwişkên Mirabal. Mirina wan mîrateya me ya berxwedanê ye. Bila em ji bîr nekin! Wan hişyarî da me: tundûtûjiya li dijî jinan li çaraliyê cîhanê bi baviksalariyê, dîktatoriyê, wêrankirinê û zorê re hevwate ye. Lê em îro ji bo çi tên cem hev?
Ji bo: Jin Jiyan Azadî, tiştek kêmtir ji daxwaza jiyanek azad nîne! Bi têkoşîna azadiya hemû jinên vê dinyayê re, em mil bi mil, ji bo aştî, xwebûn, demokrasî, cihêrengiya dengan, bilind an bêdeng, rengîn û bênavber têdikoşîn…
Ji ber armanca me h
evpar e: derbaskirina pergala baviksalar, netewdewlet û kapîtalîzmê! Mîrateya me giran e, rêya wir kevirî ye… Mîna gelek navên xwişkên me yên ku ji bo heman armancê rabûn, şer kirin û şehîd ketin: em soz didin we: em navên we hildigirin û em ê yek ji we ji bîr nekin!!!
Çanda bîranînê beşek ji dîroka me ye!
Ji ber vê sedemê, em, bo nimûne Îro, 25ê Mijdarê, em xwişkên Mîrabal li çaraliyê cîhanê bi bîr tînin, ku dema di berxwedanê de navê kod “Perperok” bikar anîn… Gelek Perperokên wêrek û bihêz hene, yek ji wan Nagîhan Akarsel bû, ku di 4ê Cotmeha 2022an de li Silêmaniyê ji aliyê îstihbarata MIT ya Tirk ve di nava rojê de hate kuştin, ji ber ku wê ji bo parastina vê mîratê şer kir. Fikra wê ew bû ku cîhek hevpar biafirîne ku deng, çîrok û berxwedana jinên ji her çar aliyên Kurdistanê tê de werin kom kirin û bîranîn. Hemû ev zanîna li ser jinên têkoşer, xwişkên me yên ku bûn Perperok, niha li Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd li Silêmaniyê hatine kom kirin.
Ji vir, em silavên xwe yên germ û hêz û enerjiya ku me jinan li seranserê cîhanê û li seranserê hemî sînoran dike yek ji we re dişînin!

Xwişkên Mîrabal di nav me de dijîn!
Şîdeta baviksalar bişkînin!
Berxwedan jiyanê!
Ji bo jiyaneke azad: Jin, Jiyan, Azadî
