Pakîze Refîq Hîlmî, sala 1924 li Silêmanî ji dayîk bû.
Li sala 1929 bi yawerîya hejmarek keç û kurên bajêrê Silêmanîyê li Hucreya Melle Emînê Mamiz ji bo demek kurt xwend. Li sala 1931’ê çû ji bo Dibistana destpêkê û sala 1937 ev qonaxa navbirî temam kir.
Li sala 1938’an mala Pakîzexanê barkir, çû Bexdayê li wê derê wê qonaxa amadeyî bi Erebî û paşê jî beşê mamostetîyê xwand. Piştî temamkirina vî beşî, ew wekî rêvebira Dibistana Keçan a Silêmanîyê (Sidiqe) hate destnîşankirin. Wê li wê derê demekê xizmet da.
Pakîzeyê sala 1949’an dubare dest bi xwendinê kir. Wê beşê mamosteyatîya bilind xelaskir û wekî duyemîn kes derçû û dîploma xwe wergirt.
Ew sala 1949 ji alîyê Zaningeha Harward ji bo beşê zimanên rojhilat (Zimanên Samî û îranîyan) hate wergirtin. Li sala 1951’ê wê li wir dîploma xwe a masterê wergirt. Ew jî yekem car bû xwandewaneka Iraqê dîplomek bi vî curî destdixist. Ew her li wê salê wegerîya ji bo Iraqê û li Koleja Edeb a Zaningeha Bexdayê wekî mamosteya zimanvanî û dîroka kevn a Rojhilat destbikar kir. Hêdî gellek neçû her heman salê ji destxistina doxtoreya zimanvanî ji bo London hate şandin. Li wir dest bi xwandin û zanist kir û her li wê demê li sala 1952 zewicî û jiyana xêzanî pêkanî. Li sala 1954 ji bo destxistina dîplomeya doxtorî di zimanên rojhilatan de ji bo Zaningeha Qahîrê hate şandin. Lê, ji ber hinek sedemên xêzanî, xwendina xwe li wir heta dawîyê nebir. Li sala 1958 Mamoste Pakîze wekî yekem jin di dîroka netewa Kurd de, bû seroka beşê zimanê Kurdî li Koleja Edeb a Zaningeha Bexda û ji bo çendîn sal ev erka da li ser histîyê xwe.
Di navbera salên 1967-1968’an de wekî mamosteya mêvan li Zaningeha Berlîn bi zimanên Kurdî û Erebî ders dida.

Li sala 1970, wekî yekemîn jina Kurd, bû bi endama Korî Zanyarî Kurd. Di navbera salên 1977-1986’an de wekî mamosteya mêvan li Zaningeha Emman (paytextê Urdin) li ser xizmeta peyama hizir û zanistî pîroz ê xwe berdewambû û xebatkir.
Li sala 1986 vegerîya ji bo welêt û li ser daxwaza xwe li Zaningeha Selahadîn hate damêzrandin. Li sala 1990 xanenîşîn bû. Wê heta roja koça dawîya xwe, roja 13.08.2003 waz ji xwandin, nivîsîn, çalakîyên hizirî, civakî neanî û bi çalakane xizmet kir û şûna destê wê di hemû waran de dîyar e.
Ji bilî destkeftiyên ku li jor hatine behs kirin, Profesor Pakîze yekem jina Kurd bû ku bû endama Komeleya Qralî ya Asyayî ya Brîtanî (R.A.S.), Yekîtiya Nivîskarên Kurd û Komeleya Dîroknasên Iraqê.
Bi tevayî, berhemên rewşenbîrî, edebî û zimannasî yên Profesor Pakîzeyê ev in: bi sedan gotarên zimannasî yên ku di kovarên navdar ên Iraqî û Urdunî de li ser zimanê Kurdî û dîroka kevnar a Kurdî hatine weşandin; berhevokek helbestan bi navê “Kurd û Jiyanek Tijî Nirxandinê”; “Ferhengek Kurdî-Farsî-Pehlewiya Kevin” (destnivîs); “Zimanê Kurdî ji Perspektîfek Zimannasî ya Modern”; û bi dehan axaftinên zimannasî yên ku li Radyoya Bexdayê hatine weşandin. Wê her wiha hemû berhemên bavê xwe ji nû ve weşand û bîranînên bavê xwe amade kir û weşand.

