Nagihan Akarsel Kî Ye?

Nagihan Akarsel di sala 1976’an de li bajarokê Golyazî ya navçeya Cîhanbeylî li bajarê Konyayê ji dayîk bû. Navê gund bi kurdî Xelîkan e. Gundê Kurdan e. Gelê wir ji xwe re dibêjin Kurmanc. Ew tefandina agir piştî hilatina rojê guneh dibînin û agir bi avê natefînin. Nagihan li ser çavkaniya van kevneşopiyan gelek lêkolîn dike. Her çiqas gund gundekî Hanefî ye jî, Nagihan têkiliya bingehê şêneyên gundê xwe bi Êzdayetî û Elewîtiyê ve girê dide û şêpên gundê xwe digIhîne herêma Meletî-Dêrsimê. Hezkirina xwe ya ji Dêrsim û Şengalê re jî bi vê yekê ve girê dide. Zîlan zarokatiya xweli gundê xwe kir. Gundê wê ne gundekî avî ye û gelek zeviyên genim hene. Lewra li cem wan, genim pir bi nirx e. Nagihan tama bîranînên xwe yên zarokatiyê ji bîr nekiribûn, kêliyên ku zarokên gund ji bo ku bêhna axa bi baranê şil bûyî bigrin, bi lingên tazî dilîstin û diçûn nava genim, her tim di bîra wê de bûn. Hê ji zarokatiya xwe ve çîrokên jinan dişopîne. Têkiliya xwe bi bavê xwe re li ser hîmê hevaltiyê pêş dixe. Qasî ku bi çanda xwe ve girêdayî ew qas jî li hember hişmendiya baviksalarî jî xwedî seknekê bi israr e. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li gundê xwe dixwîne. Di dibistanê de pir jîr e. Dema derbasî xwandina zanîngehê dibe, ji gundê xwe derdikeve. Li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşê Ragihandinê dixwîne. Li zanîngehê di nava xebatên Yekêtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK)cih digire. Rûkenî û lêgerînên wê wek roj û ax hev temam dikirin. Di despêka zanîngehê de, xwe ji sarbûn û materyalîzma jiyana bajêr dûr dixe û berê xwe dide cihên ku jiyana komînal û hevaltî lê heye. Ev lêgerîn wê di destpêkirina xebatên YCK’ê de jî bi bandor in. Ji xwendina rojnamegeriyê hez dike, lê qet nafikire ku di nava sîstema heyî de xwedî cihekî bibe û berê xwe dide rêya têkoşînê. Dema ku têkoşîna gelê xwe nas dike, ji Xelîkan ber bi Kurdistanê û ji Kurdistanê ber bi gerdûnê ve diherike. Hezkirina welat bi kûrahî dijî. Ji ber vê yekê jî têgihiştin û hîskirina rastiya Abdullah Öcalan di kesayeta xwe de ava dike.

Ji ber çalakiyên siyasî hate girtin

Di salên 2001-2007’an de bi hinceta ‘xebatên siyasî li zanîngehan dike’, hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, di navbera salên 2008-2014’an de li Ajansa Dîcleyê edîtorî û nûçegîhaniyê dike. Di vê pêvajoyê de, li ser azadiya jinê lêkolinên xwe kûr dike. Pişt re di damezrandina yekemîn ajansa jinan ya JINHA de cih digire. Di pêşxistina rojnamegeriya jinên Kurd de kedkar, mamoste, heval û rêheval bû. Derdorê xwe hemêz û ava dikir. Tenê bi Kurdistanê resînordar namîne, bi jinên ji pêkhateyên cuda re jî têkilî û dostaniyê pêş dixe.

Di xebatên Akademiya Jineolojî de cih girt

Xebata Jineolojiyê ya ku Abdullah Öcalan pir girîngiyê didê, di asta herî jor de hem di warê akademîk û hem jî di aliyê sazî û dezgehan de pêş dixe û dimeşîne. Di despêka pêvajoya sazbûna Jineolojiyê de, beşdarî xebatên Akademiya Jineolojiyê dibe. Di pêvajoya damezrandina kovara Jineolojiyê de gelekî dixebite. Ew endamê desteya weşanê ya kovarê ye û bi gotarên xwe wê dewlemed dike. Ji bo ku kovara Jineolojiyê bibe platforma azadiya jinê, wê tu carî dest ji vekirina deriyên nû berneda. Li gelek deverên Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê xebatên lêkolîn û perwerdeyê dike. Bi hezaran mirovan perwerde dike û di gelek rojname û kovaran de dinivîse. Deverên diçe bi taybetî ji bo ciwanan dibe navendeke balkêş. Ew zarokan, dayîk jî wê hemêz dikin. Xebata xwe ya civaknasiyê ya li Efrîn û Şengalê, piştî sala 2018’an li cihên cûda didomîne. Weke keseke evîndara çanda Hewreman û çanda berxwedaniya jina Rojhilatê, lêkolînên xwe yên di vî warî de didomîne, lê ji ber ku nikare derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe her tim aliyekê xwe kêm dibîne.

Du salên wê yên dawî

Ji sala 2019’an heta roja şehadeta xwe, ji bo pêşxistina xebatên jineolojiyê li herêma Başurê Kurdistanê bêwestan, xebat kir. Tevî ku nû hewl dide fêrî zaravayê soranî bibe jî, li herêma başurê Kurdistanê de bi dehan perwerde, kurs û semîneran li ser jineolojiyê dide. Bi ciwanan re kampên Jineolojiyê rêxistin dike. Di van 2 sal in dawî de jî, ji bo ku lêkolinên jinên Kurdistanî yên li ser nirx û çanda devokî berhev bike, bi kelecaneke mezin dest bi xebata rêxistineke ku pêşengiya ronîkirina jinan ava bike, dike . Ji bo vê jî bi sebir, weke ku bi derziyê bîrekê dikole, ji bo avakirina Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd xebitî. Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî li ser baweriyê ku şoreşa Başûr wê bibe şoreşa jinê meşiya û tu carî jî ev hêviya xwe winda nekir. Ji derveyî van karan hemûyan jî, hesreta wê ya herî mezin bi dawîkirina romana xwe ya pêvajoya hevdîtina bi rastiya Abdullah Öcalan re bû. Lê mixabin ne giha vê hesreta xwe pêk bîne. Nagîhan di her kêliya jiyana xwe de, aqilmendiya dîroka jinê derxist holê. Ev aqil, aqilekî ku desthilatdariya mêr red dike, cewhera jin û civakê diparêze û hişmendiya ekolojîk bi rûmet dike ye. Bi vê aqilmendîû lêgerîna xwe ya heqîqetê, li hemberî komplogerên dîrokê, desthilatdariya mêr ya qirker û dagirkeran her tim bûye şervana
pîroziyê. Dê qêrîna takoşina wê, roj bi roj mezin bibe û rastiya JIN JIYAN AZADI’yê jî wê li her derê belav bibe. Ev êrîş, êrîşa li dijî bilindkirina têkoşîna jinê û helwesta azadiyê ye; Ev tolhildana li dijî jinên fedayiyên
azadiyê ye. Nagihan ronahî, hişmendî, hêvî û bedewiya jinan bû. Xwedî li wê derketin, parastina bedewî, başî û azadiyê ye. Enerjî û evîna jiyana Nagihan wê bibe rênasîna me hemûyan. Em ê li pey xeyal û hesretên wê bin. Em têkoşîna wî bêdawî nahêlin.

Biçe Li Jor