Dengê dîroka me bi xwe
Ji bo ku em bikaribin bibin dengê dîroka xwe, hebûna navendekê ya jinan girînge. Ji bo nifşên pêşerojê eşkerekirin, berhevkirin û parastina palik û agahdariya li ser çanda jinan û hilberîna jinan a ku di çanda serdestiya baviksalarî de winda bûye, berpirsiyariyek dîrokî ye. Hal ev e ku îro lîsteyekê berhemên ku jinên Kurdistanî nivîsandine dahî nîne. Ji paşerojê heya îro, serpêhatiyên jinên Rojhilata navîn û bi taybetî jî jinen Kurd berhev kirin û lêkolîn kirin weke pêdiviyeke girîng xuya dike. Li gel van hemûyan, taybetî ji bo jinên ciwan di warê rewşenbîrî û zanistî de cîh girtin û teşwîqkirina wan ji bo lêkolîn, nivîsandin û hilberandinê, zemînên sazîbûnê hewce ne. Weke navendekî lekolîn û bîrewarî ê ku jinên Kurd, jinên Rojhilata navîn û jinên cîhanê tîne li gel hevdû; Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya ya jinên Kurd armanc dike ku di têkoşîna jinên Kurd de walatiyekê girîng dagire.
Bê guman, ev armancana ji arşîvkirineke statîk û çalakiya pirtûkxaneyê wêdetir in. Ew navend di serî de jinan, jinên Rojhilata Navîn, ziman û etnisîteyen ku li ser axa Kurdistanê jiyan dikin esas bigire û xizmetî gelek armancan bike, weke ku ji nave wê jî diyare ser esase sê lingan têşe digire;
- Ji bo eşkerekirina rastiya jiyana piralî ya jinê; bibe navendek perwerdehî û lêkolînê ya li ser bingehên dînamîk û zanistî, ku tê de dê hewl bê dayîn ku hişmendiya bingehên nasnameya jina azad tevî zihniyeta ku jinan paşguh dike û paşde dixe, were bilind kirin. Ji bo jinan qadeke hevdîtinê ava kirin ku jiyan, xewn û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.
- Ji berê heya îro, her xebateke ku têkoşîn, hilberîn, çand û hişmendiya jinan li Kurdistanê diteyîsîne tê de cih bigire; bibe pirtûkxaneyek ku kar û lêkolînên li ser jinan hatine nivîsandin û ji aliye jinan hatiye nivîsandin, bêne xwendin, temaşekirin û guhdarî kirin.
- Bi berhevkirin û tehlîlkirina çîrok, lorik, gotin, şîn û stranên di kevneşopiya devkî de, ew ê bike ku jinan têkiliyek xurt û rasterast bi dîroka xwe re deyînin; bibe arşîv û navendek bîranînê ku tê de ne tenê nivîsandin lê di heman demê de karên dîtbarî û bihîstyarî jî têne berhev kirin û parastin.
Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku li Sîlemanî cîh bûye, projeyekê ji wan pêdivî û berpirsiyartiyan rê dikeve û bi perspektîfa Jîneolojî tevdigere. Erdnîgariya Kurdistanê ku di bin sînorên devletên serdest de parçe buye, demeke dirêje di nava lepê parçebuyina çandî û siyasî deye. Pir pewîste ku navend bi vîzyonekê ji zextên weke sînorkirin û parçekirina ku li ser Kurdan tê ferz kirin derbas bike têşe digire.