Leylana Kesk

Navê Pirtûk: Leylana Kesk

Nivîskarê pirtûkê: Aynur Aras

Hejmara rûpelan: 253

Kurteya pirtûkê: Keskê ji nişkê ve, bi xwe ve çû, bû qêrîn û qarîna hemşire û dixtoran, li serê wê civiyabûn, deng dihatê. Karyola wê tot dikirin, bi cihekî ve dibirin. Dem derbas dibû. Nizanibû çiqas dem derbas bûye. Niha wekî ku bi xwe ve hatibû, çavên wê yên girtî, li ser bebeka wê bûn, ji bêhêziyê, dikir û nedikir nikaribû çavên xwe veke. Deng dihatinê, bizorê destê xwe rakir û li ser bebeka xwe gerand, awirên wê dîsa bi mij bûn, bi wan destên xwe yên giran ve, bebeka xwe bi ser singa xwe ve şidand û lêvên wê pirpitîn, “ji te û pê ve kesekî min nîn e.” Du heb destên girs, ew û bebekê bi xwe ve dişidand û digot: “ez heme.” Keske got, “Dizanim Bagerê pişûk tu heyî. Ez jî wê dibêjim, ji te û pê ve.” Gotina wê di nîvî de ma, Keskê dîsa bi xwe ve çû, lê dîsa wî dengî got: “Na ez jî heme. Ez im ê ku ji warê bêwaran.” Bavê wê, dîsa gazî kirê, ber bi bavê xwe ve çû, wekî her caran, wî berê destê xwe da binê çena wê, hinekê serê wê bilind kir, bi tîrêjên tavê ve keskaya çavên wê, bû rengê hingivînek zelal, wî li rengan temaşe kir, her du rengên li ba xwe yên giranbuha bi kesereka kûr ve maçî kir.

Biçe Li Jor