Armancên Pirtûkxaneya Jinên Kurd

Giredayî armancên xwe Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd him prensîba bandorkirina îro û jiyana jinan de cîh girtin dipejirîne him jî ji bo pêşerojekê li ser bingeha azadiya jinan were avakirin esas digire. Ji ber vê yekê, her çiqasî di destpêke hin armancên ku me daniyê pêşiya xwe bilêvbikin jî hejayî gotineyê ku giredayî pêdîwiyên dem ew armanc dibe ku were nû kirin û berfireh kirin.

  1. Bibe platformek herikbar, dînamîkî ku tê de xebatên jinan di wêje, huner, akademî, siyaset, felsefe, zanist û gelek warên din de berheman dicivînin, ramanên wan têne nîqaş kirin, lêkolîn têne kirin, mîrateya çandî yê jinan û bîrewariyê jinan tê qeyd kirin.
  2. Ji bo afirandina korpusek dîroka devkî ya di derbarê jinên Kurd û jinên gelên din ên li vê erdnîgariyê dijîn de, nemaze li gundan ji vegotinên jinên ku bi xurtî di çanda Kurdî de dijîn heya sindoqa dapîrên me, ji çîrokan heya melodiyan.
  3. Lêkolînên, berhemên çandî, wejeyî û zanistî, arşîvên takekesî weke rojnivîs ya li serî de jinên ku li çar perçeye Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê de dijîn berhevkirin û arşîvkirin. Koleksiyonên bikaranîna lêkolînvanare vekirî ava kirin.
  4. Dîroka jinên Kurd ên ku heta niha ji dîroka xwe mehrûm hatine hiştin derxistina ruyê erdê, gihîştî kirin û ji bo nifşên nû bi parastin gihandina pêşerojê.
  5. Agahî û palikên giredayî ezmûnên rêxistinên jinan û saziyan yên ku li Kurdistanê ji demên berê û îro aktifin li navnîşanekê komkirin, ezmûn û komkirinên hatiye avakirin ji bo herkesî gihiştî kirin.
  6. Ji bo pêkanîna herikîna palikan ber bi koleksiyonên Navendê ve bi domdarî di têkiliyê de mayîna di serî de rêxistin û saziyên jinan, bi rêxistinên sivîl, sazî û kesên akademîk.
  7. Avakirina torêkê ku tê de jinên ji çar perçeyên Kurdistanê û ji her çar aliyên cîhanê akademîsyen, nivîskar, hunermend û jinên rewşenbîr dicivin.
  8. Bi pirtûkxane, navendên lêkolîn û agahdariyê yên li derveyî welêt ku heman armancê re têkildarin, têkilî daynîn û danûstendin kirin.
  9. Di nava pirtûkxaneyê de konferans, panel, rojên xwendinê, danişînên vekirî û pêşangeh organîze kirin, bi vê reye dengê jinan bihîstî kirin û xebatên ku hişmendiya jinan bilind dikin pêk anîn.
  10. Dijîtalîzekirina berhemên çapkirî. Ji bo ku agahî û palikên ku li nava pirtûkxaneyê de kombuyî gihîştina herkesî re vekirî be, xebatên dîjîtal meşandin, çavkaniyên vekirî ya dîjîtal avakirin.
Biçe Li Jor