Em Çawa Xwe Rexistin Dikin?

Dema ku Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd tê avakirin, dema mebestên wê tê diyarkirin, em ji ezmûnên jinên cîhanî ya wî warî de him sûd werdigrin him jî pirsgirêken ku rû bi rû mane tehlîl dikin. Ji bo ku em jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû nemînin rêbazan digerin.
Dema ku em Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd ava dikin, li ser esasê; berdewamiya şertên aborî, parastina sazîbuyîna xweser û bikaribe bibe navendekî kirdeyekî dînamîkî ya tekoşîna jinan tevdigerin. Ji bo ku navend ji hêla darayî ve sax bimîne, ji aliyek ve qadên hilberîna kolektîf werin afirandin û ji aliyek din ve pergalek piştgiriyê ya ku dê nekeve nav xweseriya wê û pergalek li ser bingeha hêza cewherî ya jinan ava kirin pir girînge. Her çiqasî ezmûnên hemû jinan yek bi yek berhevkirin kareke dijwar be jî, yek ji armancên bingehîn Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd afirandina jîngeheke ji bo jinên ku demokratîk, ekolojîk û li azadiya jinê bawer dikine. Têşegirtina navendê wekî qadekê dînamîkî, ne statîkî, xwe dispêre kokên xwe û di heman demê de navendekê nîqaş û parvekirinê ye, rêbazekê ku ev pirsgirêk were derbas kirin. Bêyî ku li benda hatina palik (belge) û jinan be, li ser esase palikên xwe ava kirin xebatê qadê meşandin, organîzekirina civînên bi jinan re li qadên xwe yên jiyanê yên li derveyî navendê, esas digire. Ji bo parvekirina encamên bidestxistî jî li hember vê pirsgirêkê wekî tedbîr pêş dikeve. Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd ne tenê pirtûkxaneyekê, di heman demê de weke navendekî hişmendiya azadiya jinê were hûnandin, jîngehekê ku jiyanên, xeyalên, pirsgirêkên jinan were niqaşkirin xwe bi cîh dike. Ji bo eşkerekirina rastiya jiyana piralî ya jinê; tevî hişmendiya ku jinan paşguh dike û tûne dihesibîne, armanca ku bibe navendek perwerdehî û lêkolînê ya dînamîk û zanistî ku tê de xebatên hişmendiya bingehên nasnameya jina azad bilind bikin dê bi vê re jî
têkildare.

Hun Jî di Pêşxistina Pirtûkxanêya de Cîhê Xwe Bigirin:

Bê guman, ji bo pêkanîna xebatekê ewqas berfireh, binesaziyek zanistî ya bihêz, alavên teknîkî, çavkaniyên darayî û ya herî girîng, beşdarbûna jinên ku hay ji girîngiya projeyek wisa hene û wê wekî hewcedarî dibînin, pewist dike. Jinan, di têkoşîna xwe ye azadî û wekhevî de pir tiştên ku dihat gotin ne gengaze, bi gavên xwe ye wêrek biserxistin. Jinên Kurd bi têkoşîn û hişmendiya xwe ya zayendî, ji jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê re li gelek waran de îlham dan û pêşengî kirin. Îro, bi kedekê kolektif û îradeyekê hevpar Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneyî Jinên Kurd tê jiyanî kirin, em ji dîroka xwe, ji têkoşîna xwe, ji aqlê hevpar ya jinê hêz digirin. Beşdariya we ya bi kêmî yek ji wan gavên ku me hewl da ku li jêrê rêz bikin, dê bibe mîsogerkirina herî mezin a serfiraziya vê projeyê, ku ne tenê ji niha re ji pêşerojê re jîbibe bersiv.

1. Ekîbên Pispor avakirin:

Damezrandina tîmek pispor a ku hem xebatên akademîk, teknîkî û hem jî ya qadê yên Navendê bike yek ji hewcedariyên bingehîn e. Giredayî her qadekî xebatê avakirina kadroyan, ji bo Navend giredayî armancên xwe xebat bimeşîne gavekê girînge. Hûn dikarin yek ji ser gotarên li jêr rêzkirî de cihê xwe bigirin an jî jinên ku bikaribin cîh bigirin pêşniyar bikin.

  1. Organîze kirina pêwendiya sazûmanî di hundirê navendê de, danûstendin û koordinasyona di navbera dezgehên destûrdar de, organize kirina çalakiyan
  2. Meşandina xebatên envanter, zerf kirin, klasor kirin, katalog kirin, ji bo lêkolînvanan vekirina katalogên avakiri, parastina katalogan, dîjîtalîze kirina wan, avakirina pergalekê ku li gorî rêgezên pirtûkxaneyan.
  3. Danasîna Navendê li ser medyayê dîjîtal weke hesabên medya civakî û websîte û pêkanîna dîtbarkirina xebatan
  4. Rêvebirina xebatên îdarî-aborî ya Navendê e.
  5. Birêxistinkirina xebatên qadê û lêkolînên akademîk li gorî armancên Navendê, tehlîlkirina encamên wê, wan encamana zivirandina palikan

2. Xebatên Tevlîkirina Endam û Dildaran

Em behsa Navendekê bi tene, xebatekê beyî ku bi tora dildaran belavî Kurdistanê û her aliyên cîhanê bibe, bi ekîbekê pispor bê meşandin nakin. Pêwiste ew xebat bi qasî ekîbekê pispor, bi torekê dildara pêşbikeve. Di vê wateyê de, hûn dikarin xebatê bi jinên pêwendîdar ên ku hûn pê re di têkiliyê de ne jî parve bikin û tora dildaran mezin bikin. Bi xêra vê tora dilxwaz, dê derfet hebe ku em xwe bigihînin bêtir jinan û bêtir agahî û palikên jinan.

3. Xebatên Perwerde

Pêdivîye ku li gorî qada ku dixwaze berpirsiyariyê werbigire, ji her jinekê ku dixwaze beşdarî vê torê bibe re perwerdehiyên pêwîst were dayîn. Ger hûn bi arşîvkirin, pirtûkxane, dîroka jinan, dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn, bîranîn, lêkolînên dîroka devkî, sêwirana grafîkî, weşangerî, nermalav, pêşkeftina malperê, analîzkirina daneyê de pêşketîbin, dikarin kîtek perwerdehiyê amade bikin û hûn dikarin bi vî rengî beşdarî pêvajoya perwerdehiya tîmên xebatê bibin.

4. Avakirina Arşîvê

Armancekê din jî pirtûkxaneyekê ku di nava navendê de were avakirin de gelek berheman komkirine. Ji ber ve yekê pêwiste xebatekê pir berfireh ya lêkolîn û arşîvkirinê were meşandin. Lêkolînên li ser jinan, xebatên nivîskarên jin, lêkolînên liser tevgera jinan, xebatên ku bi zaravayên Kurdî û zimanên cûda li ser jinan hatine nivîsandin, weşanên periyodîk û gihîştina pirtûkên ku jinan nivîsandine bi salan xebateke domdar dixwaze. Li çar perçeyê Kurdistanê û li derweyî welêt di berhevkirina materyalên nivîskî, dîtbar û bihistyarî ya giredayî jinên Kurd û gihandina wan palikan ji navendê de dikarin berpirsiyarî bigirin. Em ji bo wê xebatê beşên ku li jêrê rêzkiri esas digirin.

  1. Ji bo beşa nivîskarên jin; li Kurdistanê berhevkirina berhemên jinan (li gel berhemên wejeyî, hilberînên di ware beşên zanistê de)
  2. Ji bo beşa pirtûkên ku mijara jinê de hatine nivisîn; berhevkirina pirtûkên ku li Kurdistanê di mijare jinê de hatine nivîsandin, berhevkirina pirtûkên ku di mijara tevgerên jinan ya Kurdistanê û jiyana jinan de hatine nivîsandin.
  3. Ji bo beşa di weşanên bidom de jin; berhevkirina weşanên jinan weke kovar û rojname. Ji kovar û rojnameyên bi zimanên biyanî, nuçe û nivîsên di derbarê jinên Kurdistan de hatine nivîsin berhevkirin.
  4. Ji bo beşa rêxistinên jinan; berhevkirina palik û weşanên hemû komale, partiyên siyasî, saziyên ku ji bo jinan kar dikin. e.
  5. Ji bo beşa arşîvên taybet; Orjînalên wêne, pirtûk, rojnivîsk û palikên bi vî rengî, jinên ku beşdarî dîroka Kurdistanê bûne berhevkirin, heger orjînalê wan ne gengaz be kopiyên wan berhevkirin.
  6. Ji bo beşa lêkolînên akademîk; berhevkirina tezên lêkolînê (master û doktorayê) li ser her mijarê ku ji hêla jinan ve hatî amadekirin û gotarên zanistî yên ku bi kurdî û biyanî hatine weşandin. Berhevkirina lêkolînên giredayî jinan.
  7. Ji bo beşa hunermendên jin; berhevkirina xebatên dîtbarî, bihîstyarî û nivîskî yên hunermendên jin û palikên girêdayî jiyan û xebatên jinên hunermend.
  8. Ji bo beşa dîroka devkî; berhevkirina serpêhatî û bîranînên jinan, qeyd kirina stran û çîrokên ji devê jinan.
  9. Ji bo beşa jiyana zarokan; Lîstik, çîrok û mesele di girêdana zarokan bi civakîbûn û dîroka wan de xwedî cihekî girîng in. Her ku cîhana zarokan bi telefon û cîhana dîjîtal tê sînordarkirin, ew çand jî wenda dibe. Ji ber vê yekê, arşîvkirina lîstik, çîrok, mamik meselên zarokan û ew tiştana bi zarokan re anîna gel hevdu pir girînge.

5. Sererastkirin û parvekirina Arşîvê:

Hûn dikarin bi piştgiriya pêvajoya parastina van karan di forma dîjîtal û çapkirî de û bi navgîniya malper, kovar, katalog û rêbazên mîna wan de, nexşeya dîjîtal û çêkirina databasê de berpirsiyartî bigirin.

6. Plansazkirin û Meşandina Karên Qadê:

Yek ji armancên bingehîn ya navenda me ewe ku, li ser civaknasiya çandî û dîrokî ya jinên ku ji her cûre civakên etnîkî, olî, çandî ku li Kurdistanê dijîn, xebatên qadê, berhevkirina palikên dîtbarî û bihistyarî û meşandina xebatên dîroka devkî ye. Di vî warî de, hûn dikarin hem bi pêşkêşkirina pêşniyara lêkolînê, hem bi navgîniya komên lêkolînê yên ku têne damezrandin û hem jî pêvajoya gihîştina çavkaniyên agahdariyê
de berpirsiyarî bigirin. Hûn dikarin tevlî xebatên dîroka devkî ya qadê bibin an jî bi lêkolînan piştgirî bidin. Hûn dikarin bi reya tevlîbûna xebatên qadê û perwerdehî, berhevkirin û qeydkirina agahdariyên jinên kû şopa xwe li ser bîranînên civaka xwe hiştine de berpirsiyartî bigirin.

7. Avakirina Tora Têkîliyan û Xebatên Raya Giştî:

Hûn dikarin bingehê parvekirina encamên lêkolînên ku li navendê têne meşandin bi civakê re di asta neteweyî û navneteweyî de bi navgîniya komxebat, semîner, pêşengeh, panel, komxebat, konferans, sempozyûm û bi reya amûrên bi vî rengî amade bikin û piştgiriyê bidin pêşxistin û xurtkirina têkiliyan bi sazî û rêxistinên ku di qada navnetewî de di warê lêkolîn û lêkolînên jinan de dixebitin.

8. Xebatên Aborî û Fînansê:

Hûn dikarin ji bo fînansekirina karê navendê, di pêvajoya pêkanîna bexşîn, fon, bexş û çalakiyên bi vî rengî de, gihîştina saziyên piştgiriyê û her wiha çalakiyên berhemanîna dahatê yên wekî çapkirina pirtûk û broşûran de berpirsiyarî bigirin.

9. Xebatên Wergerê:

Hûn dikarin berpirsiyariya wergera palikên li ser xebata navendê li zimanên cûda bigirin ser xwe. Ji bo xebatên arşîv û lêkolînê, hûn dikarin piştgiriyê bidin xebata wergera çavkaniyên wekî Erebî, Osmanî û Farisî bo Kurdî.

10. Pirtûkxaneya Dîjîtal:

Xebatên dîjîtal xwedî girîngiyek mezine da ku agahdarî ji her kesî re bigihîje û bi rengekê her kes dikare beşdar bibe were rêxistin kirin. Hûn dikarin beşdarî xebatên ku herkes dikare li ser tiştekê zêde bike bibin û hem nû re hem jî paşerojê re xwedî derbikevin.

Biçe Li Jor