Cîhan Ara Paweyî, keça Mela Neş`etê Paweyî, li sala 1895an li bajarê Pawê ji dayîk bûye. Malbata wê her di bingehê de malbateke çandî û zanisperwer bûn. Cîhan Ara li cem bawê xwe û mamosteyên şareza yên wê serdemê perwerdeya xwe dîtiye û şarezayî di wêjeya Erebî, Farsî û Kurdî de hebûye. Di helbestnivîsînê de jêhatî bûye û tam di asta jinên helbestvan ên wê serdemê de, lê herçiqas mixabin helbestên wê di çarçoveya dîwanê de nehatine komkirin. Xatûn Cîhad Ara di sala 1911an de koça dawî dike û li bajarê Ciwanroyê tê spartin axê.
Nivîsa berê
Rihan Xanim Lorîstanî
Nivîsa pêşî
Rewşen Bedirxan
Naverokên Peywendîdar
- 3 days berî
- 5 days berî
- 1 week berî
- 1 week berî