Ehlam Mensûr, kurteçîroknivîs û romannivîsa kurd a iraqî, yek ji navdartirîn nivîskarên jin e ku di salên 1970 û 1980an de wêjeya kurdî û iraqî dewlemend kiriye. Her wiha yek ji wan dengên jin bû ku ji bo mafên jinên Kurd ên Feylî têdikoşiya.
Ehlam Mensûr di sala 1951ê de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Sala 1956 dest bi xwendinê kiriye û xwendina xwe ya seretayî di sala 1962ê de û xwendina navîn jî di sala 1970ê de li Xaneqînê temam kiriye û wê salê bûye endamê Partiya Komonîst a Iraqê.
Wê û hevala xwe Leyla Qasim di lîseyê de xebatên dibistanê meşandin. Di sala 1970’an de beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê û hevala wê Leyla Qasim jî beşa Civaknasiyê tê qebûlkirin. Ehlam bi zimanê Kurdî re eleqedar dibe, hevala wê jî bi pirtûkên Elî El-Werdî re eleqedar dibe. Bi hev re xwendina xwe li yûrda Zanîngeha Hunerê domandin.
Di heman demê de Ehlam bi Refîq Sabîr û helbestvan Hêmin re nas dibe, ku bê guman di perwerdehiya wê de rol lîstine û hînî nivîsandina çîrokan û xwendina li ser Marksîzmê kiriye. Di vê demê de Ehlam çend kurte helbest bi erebî û çend kurteçîrok çap kirin.
Di salên 1974-1975’an de weke yekemîn rojnamevana jin a Kurd ji aliyê Dezgeha Hevkariya Weşanên Kurdî ve hatiye xebitandin. Di salên 1980yî de dest bi nivîsandina çîrok û romanên kurdî kir. Yekemîn romana xwe ya bi navê Ama Raşa ku bûyerên Xaneqînê vedibêje çap kir.
Di sala 1988an de wê romanek bi navê Alwan nivîsî, ku di warê romana femînîst a sosyalîst de yekemîn berhema bi kurdî ye. Di vê romanê de qehreman Ama Reş û bi dehan jin û keçên belengaz di tevahiya romanê de behsa hemû pirsgirêkên xwe dikin.
Piştî serhildana bihara 1991’ê li Silêmaniyê bi cih bû, li Zanîngeha Silêmanî di beşa Ragihandin û Civaknasiyê de kar kir û parastina jin û xizanan kir.
Ehlam Mensûr ji bilî romanên xwe yên bi navê “Elwan û pir” çend pirtûkên din ên wekî Xewn û Xwîn, Dîstopya û Serpêhatî çap kirine. Di sala 1991ê de bawernama masterê di kurteçîrokan de wergirt û piştre bû mamostayê ziman û wêjeya kurdî li kolêja hunerî ya zanîngeha Silêmanî û heta dawiya jiyana xwe berdewam kir.
Wefata wê ya di 10’ê Çileya 2013’an de bû sedema windakirina yek ji stûnên qada edebiyata femînîst, lê mîrateya wê hîna îlhamê dide nifşên nû yên jinên Kurd ku têkoşîna xwe ya azadî û rûmetê bidomînin.