Hepsexana Neqib

Hepsexan keça Meirûf Berzencî û dotmama Şêx Mehmûd Berzencî yê Melikê Kurdistanê û hevjîna Şêx Qadirê Hefîd, herwisa naskirî bi Hepsexana Neqîb, di sala 1891an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Hepsexan di wê malbata mezin a Kurdperwer û zanistperwer ya Kurd de perwerde bûye û yek ji wan jinên bi nav û deng a Kurdistanê ye, ew jina navdar keseke xêrxwaz û derûnpaqij û Kurdperwer bûye. Hepsexan di warê wêje û ziman de jinên serdema xwe perwerde kirin û bû mînakek bo jinên civaka xwe.

Di 28ê Tîrmeha 1930ê de yekem Komeleya jinan a bi navê “Komeleya Jinên Kurd” bi serokatiya Hepsexana Neqîb hatibû avakirin. Hepsexana Neqîb digot: “Ez serbilindim ku weke jineke hatime dinyê û bi taybetî jî ya Kurd, di navbera jin û mêr de ti cudahî nîne, ji ber vê yekê ez ê dewam bikim“. Ew jina mezin û navdar di temenê 62 salî de 12ê Nîsana 1953an bi sedema penceşêr çû ser dilovaniya xwe.

Biçe Li Jor