Jîla Husseynî

Jîla Huseynî di 21 îlon 1964 li bajarê Saqizê de dayîk bûye. Jîla Keça dadvan û zana Mêhran Huseynî (Şêx Mêhran) e. Jîla di pazdeh saliya temenê xwe de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Jîla Huseynî xwediya kitêbxaneyeke zengîn bû û di handan û piştevaniya helbesta kurdî de roleke giring leyîst. Her wisa yek ji damezirînerên Encûmana Wêjeyî ya Mewlewî ya Kurdî li bajarê Sine bû. Di 27ê îlona 1996ê de dema ber bi Tehranê ve diçin, da ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna di rûdaneke tirombêlan de canê xwe ji dest didin. Pîrtûkên û helbestên wê bi zimanê kurdî û farisî hene.

Biçe Li Jor