Kobanî – Çepera Rumetê

Navê pirtûkê: Kobanî – Çepera Rumetê

Nivîskarê pirtûkê: Meryem Kobanê

Hejmara rûpelan: 609

Kurteya pirtûkê: Ji fermandarên şer û serketina dîrokî ya Kobanê Meryem Kobanî di pirtûka xwe de qala wê demê kir. Bergê destpêkê yê pirtûka Meryem Kobanî ya bi navê “Kobanî: Çepera Rûmetê” di sala 2020an de derket. Dema ku em dibêjin rastî û heqîqeta şerekî ku ger mirov şahidiya wê yekê kiribe, berpirsiyartiya wê rakiribe gelek tişt têne xwestin. Di dîrokê de gelek têkoşîn û serpêhatiyên Kurdan çêbûne. Ev rastiyên ku li dîroka Kurdan pêk hatine, her tim bi devkî mane. Nebûne malê dîrokê. Yek ji sedema vê yekê ev e ku em di bin welatekî û xakekî ji aliyê çar dewletên hegemonîk ve hatiye dagirkirin û parçekirin de dijîn. Ji ber vê yekê ger mirov bikaribe rastiya vî şerî û heqîqeta ku bi çavê yekemîn dîtiye, her wiha şahidiya wê kiriye û biryara vê yekê daye bide îfadekirin ji bo min wateya xwe cuda ye.

Biçe Li Jor