Mîna Qazî Xanim (1908-1996)

Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin. Malbata Mîna Xanimê wek malbatên din keçikên xwe nedişandin dibistanê. Ji ber vê, xwendin û nivîsîna wê tune bû. Lê belê, Mîna Xanim piştî Komara Mehabadê ava bû wek berpirsyariyek dît ku hînî xwendin û nivîsînê jî bibe. Herwiha di vê mijarê de ji jinên din re jî dibe mînak û ji wan re pêşengîyê dike. Mîna Xanim ji alîyê zimên de jî pêşketî bû û li gel zaravayê Soranî ya Kurdî, Ezerîkî û Farisî jî dizanî. Wê wek jineke Kurd, di qonaxeke girîng a dîrokî de, bi biryardarî û wêrektîyeke mezin bar û berpirsyarîya Komarê jî hildabû ser milê xwe. Mîna Qazî peywira xwe ya wê serdemê û hestên xwe yên wê rojê jî tîne zimên û axaftina xwe wiha didomîne; “Ez wê demê seroka Yekîtîya Jinên Kurd bûm. Jinên ku ji Mehabad û ji herêmên Kurdistanê yên din hatibûn jî li Çarçirayê kom bûbûn. Mîna Xanim, piştî avabûna Komara Mehabadê, ji bo pêşketin û mezinbûna Komarê jî gelek hewl û ked daye. Ew di ferqa pêvajoya dîrokî ya ku tê de dijîn de bû û di wê zanebûnê de bû ku hewcedarîya gelê Kurd bi xwerêvebirineke azad heye. Bi vê bawerî û daxwazê, li gel 8 zarokên xwe, heta dawiya temenê xwe her tim di nava têkoşîne de bû. Mîna Xanim diyar dike ku, piştî avabûna Komara Mehabadê daxwaz û hêza wê ya tevlîbûna xebatan zêde bûye. Ew vê rewşê bi van gotinan bi lêv dike: “Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tunebû ez pir bi xwe ne bawer bûm ku tevlî xebatan bibim û pêşengiyê bikim. Lê belê, coş û kelecana avabûna Komarê û fikra Kurdîstana azad hêz û cesaret dida min. Herwiha Qazî Mihemed jî her tim bi gotinên xwe hêz dida min û cesareta min xurttir dikir. Ez bi vê bawerî û kelecana wî serbilind bûm. Lewre, em li ser hemû mijaran bi hev dişêwirîn. Ew jî di hemû biryar û kirinên xwe de her tim bi min re diaxivî û qedr û qiymet dida fikrên min. Di têkîlîya me de rêhevaltî her tim li pêş bû.” Mîna Xanimê, ji bo ku ji jinan re bibe mînak, pêşiyê bi xwe xwendin û nivîsîn hîn bûye, paşî jin jî di vê mijarê de teşwîq kirine û cesaret daye wan. Di heman demê de ji bo ku pirsgirêkên mirovên feqîr û hejar çareser bike, ketiye nava hewldaneke taybet û kedeke mezin daye. Mîna Qazî, bi bîr, bawerî, xîret, biryardarî û vîndarîya xwe ya berxwedanê, bi nêzîkatî û sekna xwe jî di têkoşîna jinan de cihekî girîng digire. Ew ji bo xebat û têkoşîna xwe bi awayekî hê rêxistinkirî bimeşîne, di 14ê Adara 1946an de ‘Yekîtî Afretanî Kurdîstan’, anku ‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê’ ava dike. Vê rêxistina jinan, li Mehabadê, piştî civîneke ku li mala xwe li dar xistîye hatibû îlankirin. Mîna Xanim di vê civînê de wek serok hatiye hilbijartin û di civînê de ji bo jinan û ji bo mezinbûna Komara Mehabadê hin biryar jî hatibûn girtin. Li gor vê:

  • Jinên Kurd ji bo xwendin û nivîsînê dê bên teşwîqkirin.
  • Xebatên çapemenîyê dê bên meşandin.
  • Ji bo Komara Kurd a Mehabadê dê barbû, anku aîdat bên berhevkirin.
  • Her wiha wê xwedî li malbatên ku ji zilma rejîma Iraqê revîyane û hatine Mehabadê derkevin.

Rêxistina Yekîtiyê, li gel van biryaran hem ji bo perwerdehî û pêşketina jinan, hem jî ji bo ku wan tevlî jiyana civakî û siyasî bike xebat meşandîye. Di heman demê de, di dibistanên ku li Mehabadê hatibûn vekirin, ji zarokên keç re perwerdehîya Kurdî hatîye dayîn. Di wê serdemê de wek gelek deverên cîhanê, li Îran û Kurdistanê jî bi gelemperî rewşa ku jin tê de bûn mixabin ne baş bû. Lewre jin xwedî biryarên jiyana xwe nebûn. Çarenûsa wan bi tevahî li gor biryarên mêrên malê û li gor hişmendî û pergala baviksalarî teşe digirt. Mîna Xanim, ji bo vê rewşa jinê gelek xemgîn dibû. Ji bo ku li Mehabadê ev rewşa dilşewat biguherîne gelek hewl dida, diket nava lêgerîn û riyên çareserîyê. Ji ber wê, her tim guh dida pirsgirêkên jinan, ji bo çareserîyê hêz û piştgirî dida wan. Yekîtîya Jinên Kurdîstanê, di dema xwe de ji bo jinan destpêkek bû. Jinên Rojhilat, cara yekem bû rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe pêk dianîn. Di encama van xebatan de, gelek jin di warê civakî û siyasî de tevlî xebatan dibûn, heta ji bo ku bibin pêşmerge hevjînên xwe teşwîq dikirin, ew bi cesaret dikirin. Vê sekna jinan, bandoreke erênî li ser mêran jî dikir ku tevlî pêşmergeyan bibin. Jinan jî li bin sîwana vê yekîtiyê pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin, rê û rêbazên nû yên çareserîyê bi pêş dixistin; dibûn xwedî vîn, xwedî biryar û hêzeke mezin. Mîna Xanim her tim behsa têkiliyên xwe yên bi jinan re jî dike û dibêje ku di navbera wan û jinan de têkilîyeke gelek germ û pêşketî hebûye. Mijarên wek perwerdekirina zarokan, hînbûna xwendin û nivîsînê ya jinan, xwarin û cil û bergên pêşmergeyan her tim dihat nîqaşkirin. Ew, di xebatên rêxistinkirin û propagandayê de gelek bi serketî bû. Mîna Qazî, piştî hilweşîna Komarê jî, bi awayekî veşartî be jî, wisa kiribû ku rêxistina Yekîtiya Jinan xebatên xwe demek dirêj bidomîne. Mîna Xanim gelek dixwest ku jin di her qadê de, bi awayekî pêşeng û çalak tevlî têkoşînê bibin. Piştî salên dirêj di hevpeyvînek xwe ya ku di sala 1994 an de dabû nivîskar Kakşar Oremar behsa vê mijarê dike û daxwaza dilê xwe dide der: “Min pir dixwest ku jinên Rojhilat jî tevlî pêşmerge bûbûna û mêr û jin bi hev re ji bo azadîya xwe şer bikirana. Dema min cara ewil jinên pêşmerge ya wek Margarît bihîst, ez pir kêfxweş û bi hestyar bûm. Xwezî ew derfetên me jî hebûna. Niha jî li Bakurê Kurdîstanê jin û mêr bi hev re di hemû qadan de têdikoşin. Ev hêvîyek pir mezin dide min. Ez bextewar im ku êdî şopînerên doza me hene. Kurd êdî şîyar bûne û daxwaza azadiya xwe dikin.” Mîna Xanim, di 17ê Berfanbara 1946an de, dema ku Mehabad ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye dagirkirin û piştî hingê jî li gel hemû êrîşên rejîma Îranê ji Mehabadê derneketîye. Dema ku Qazî Mihemed 3 mehan di zindanê de bû, ew tu carî tenê nehişt û têkoşîna xwe domand. Wê ji bo ku Qazi Mihemed ji darvekirinê xelas bike gelek hewl da; lêbelê, derdora wê ya nêzîk jî tê de, ji tu kesan piştgirîya ku dixwest nedît. Bayekî mezin ê tirsê hatibû rakirin û tu kesan nediwêrî xwe nêzî malbata Qazî bikin. Tevî hemû hewldanên xwe, nikaribû Qazî Mihemed ji darvekirinê rizgar bike û yekîtiya Kurdan ku xeyala wê û yê Qazî Mihemed bû pêk bîne. Dîsa jî, bawerî û hêviya Mîna Xanimê her tim zindî maye. Tenê daxwazek wê hebû û digot: “Bila Kurd yekîtiya xwe pêk bînin.” Piştî dagirkirina bajarê Mehabadê û 31ê Adara 1947an a şehîdkirina Serokomar Mihemed Qazî û pêşengên komarê, Mîna Xanim jî salên dirêj ji ber têkoşîna xwe gelek caran ji aliyê pergala Îranê ve hatîye binçavkirin û rastî îşkenceyan hatîye.
Di sala 1984an de, ew 11 mehan ji hêla rejîma Îranê ve hatiye girtin û rastî îşkence û şîdetê hatiye. Dema ku di girtîgehê de bû, Mîna Xanum ji ber îşkence û êşê nexweş ket. Ji bo ku wê bişînin nexweşxaneyek asayî, rejîmê xwest ku yek ji keçên wê li şûna wê were girtin. Ji ber vê yekê Xanim Fewziye çû girtîgehê û Mîna Xanum jî şandin nexweşxaneyek li Tehranê. Ew bi alîkariya Kurdên ku li bajêr dijîn ji nexweşxaneyek li Tehranê hate rizgarkirin û li Meşhedê xwe veşart.
Di sala 1991an de, ew çû Almanya lê paşê vegeriya Mehabadê. Di salên 1995 û 1996an de ji bo dermankirina nexweşiya wî çû derveyî welêt û piştî ku hêviya xwe ji başbûna xwe winda kir, ew vegeriya Mehabadê û di dawiyê de di 17.02.1996an de koça dawî kir.

Biçe Li Jor