Navenda Lêkolîn Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Bi boneya 2’yemîn salvegera avakirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi merasîmeke taybet hat pîrozkirin. Di çalakiyê de jinên Kurd da zanîn ku her netewek ji bo bibe xwediyê dîroka xwe divê bi komkirina arşîvê destpê bike.

24. Heziranê li Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengtiya Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, bi merasîmeka taybet, 2’yemîn salvegera damezrandina Navenda Lêkolîn,  Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd çalakiyek bîranîn û pîrozkirinê hat lidarxistin.

Di destpêka merasîmê de çalakvana jin Seywan Rûstem axivî û got; “Îro di dîroka rewşenbîriya jina Kurd de rojeke girînge. Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, navendeke ji bo komkirin, parastina çand û dîroka jnên Kurdan yên hemû parçeyên Kurdistanê hatiye vekirin.”

Şehîd Nagihan Akarsel di merasîmê de hat bîranîn û hate gotin ku bi vê boneyê, divê em rola şehîd Nagîhan Akarsel ji bîr nekin ku fikir û xeyala avakirina vê navendê hebû û ji aliyê dijmin ve hate şehîdkirin.

Di merasîmê de çend parçe muzîk û stran hatin pêşkêşkirin. Her wiha sinevisyonek li ser kar û xebatên ku di salê dawiyê de ji milê Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hatine kirin, hate nîşandan.

Nivîskar û çalakvan Kinêr Ebdullah têkildarî girîngiya Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd û navendên wiha ji bo jinan, ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Kinêr Ebdullah got; “Ji bo ku her neteweyek xwedî dîrokeke taybet be, divê ew bi berhevkirina arşîvan destpê bike. Girîngiya vê navendê ji wê rastiyê tê. Em hêvî dikin ku em bikaribin xewna jinan ya xwedîkirina arşîvên xwe û jinûve nivîsandina dîrokê bi ramanên jinan pêk bînin. Karek çi qas girînbe, ew jî zor û zehmete.”

Kinêr Ebdullah di dawiyê de da zanîn ku di vê salvegerê de, erkê hemû jinane ku alîkariya dewlemendkirina vê navendê bikin.

Di heman demê de, çîrokbêj Fewziya Salih jî têkildarî salvegera navendê wiha got: “Ev navend xizmetê ji jinan û çalakiyên wê re dike ku berê gelek xebat ji bo vê yekê hatin meşandin ku jin tevlî şoreşê bibin û li dijî zilma ku li ser wan tê kirin beşdarî têkoşînê bibin da ku pozîsyona xwe hebe. Hebûna navendên akademîk yên bi vî rengî di heman demê de ji bo vegerandina statuya jinan ya ku ji wan hatiye standin dixebite.”

 

Biçe Li Jor