Nefertîtî kî bû? Ji ku de re bû? Giridaya wê bi gelê kurd re çawa ye? Ji bo em jiyana, bawerî û mîrasa Nefertitî nas bikin divê em kûr bikolin. Ne tenê kolandina tebeqeyên axê ye ku heta niha laşê wê vedişêre Her wiha li ser tebeqeyên têgihiştinên xelet ên baviksalar, berjewendiyên desthilatdariyê û gelek êşên ku rastiya wê vedişêrin e. Ji bo vê yekê, ne tenê li ser şaxsiyetek taybetî, lê di heman demê de li ser dîroka jinan û gelê Kurd ku heta îro bi berfirehî nayê zanîn lêkolîn, şîrovekirin û nivîsandin e.
Dawide sedsala 15 B.Z., Mîtanî di demên xwe yên geş de bûn û li Rojhilata Navîn belav bû. Di navera Dicle û Frat de cih girtibûn, nêzî axa Kurdistan ya roja îro. Ew wekî konfederalîzmek ji gelên cûda, bi piraniya mezin a rehên Hûriyan, , yek ji gele ariyan ya herî kevinar, hatin damezrandin. Çand û mîrata wan ji hêla gelê Kurd ve heya roja îro gihîştiye û hatiye parastin. Baweriya gelê Mitan bi xweza û anîmîzm giridayî bû. Armanca vê ol wekhevî û hevsengî di navera mirovatî û xweza bû. Xwedavenda herî giring bi navê Mîtra, tav û dilsoz temsil kir. Dîrok û baweriya Mitanni hat veşartin. Lê tiştek ku em baş dizanin ku paytaxta wê Waššukanni bû, roja îro navê we Serê Kaniyê (li Rojava Kurdistanê) ye.
Ji sala 2019an vir ve ji Dawleta Tirk ve axa Serê Kaniyê hatiye dagirkirin. Haya roja îro gelê kurd bernadin û berxwedidin ji bo vegerin mal, ax û warên xwe. Di serdema Mîtaniyan de, ev herêm di berjewendiya gelek împaratoriyan de bû, ku ji nirxa madî û nemadî ya herêmê haydar bûn. Yek ji wan hêzên eleqedar împaratoriya Misrê bû. Ev bi gelek şer û zirarên li ser nifûsa her du herêman bi dawî bû. Ji ber vê, firawn Amenhotep ya seyemîn û Tushratta qral ya Mîtanniyan pevajoya aşitî dest pê kirin. Di nameyên Amarna de ku ji hêla herdu împaratoriyan ve di navbera salên 1350-1340 berî zayînê de hatine nivîsandin, em dikarin bibînin ku yek ji peymanan ew bû ku di navbera herdu împaratoriyan de zewacek çêbibe. Bi vî awayî Tadukhipa, keça padîşahê Mîtan, û Amenhotep VI, fîrawûnê Misrê, zewicîn. Gelek îspat nîşan didin ku Tadukhipa dema ku statuya firawn wergirt, navê Nefertitî lê kir. Ev navê nû di heman demê de eslê wê yê biyanî jî nîşan dide ku tê wateya “xweşik hatiye”.
Amenhotep seyemîn îI demek kurt piştî ku Tadukhipa gihîşt Misrê mir. Lê ji ber ku armanca siyasî ya zewacê, Nefertitî di dawiyê de bi kurê wî Amenhotep ye çuaremîn re zewicî. Ji wê demê û pê ve Nefertitî li kêleka wî hukumdarî kir û roleke girîng lîst. Em dikarin vê yekê di temsîlên cûda de bibînin. Nefertitî hema hema du caran ji mêrê xwe zêdetir xuya dike û xweseriyek neasayî nîşan dide. Gelek caran ew tê nîşandan ku xwe diparêze û dijmin dîl digire, her weha li ser erebeyek şer siwar dibe û xwedê bi şêwaza fîrawûnek dihebîne. Ew nişan dide ku ew parastina rawa pêktine. Her wiha berhemdarî û bedewiya wê bi wêneyên nîşan dide. Heman deme gelek caran derdora wê keçên wê kom dibin. Ev cot fîrewn heta roja îro bi taybetî bi guhertina baweriyên ku di desthilatdariya wan de çêbûne têne nasîn. Amenhotep IV baweriyên gelek xwedayan ji bo navenda Aten guhert. Navê wî jî guhart Akhenaten da ku têkiliya wî bi xwedê re tekez bike. Ev xweda bi rojê dihat temsîlkirin û ev bandora Nefertîtî nîşan dide. Perwerde, çand û baweriyên Nefertitî bi Mîtra xwedawenda rojê re, dibe ku bandorek mezin kiribe. Wê di serdemek pir dewlemend a dîroka Misira kevnar de, di dema Xanedaniya 18emîn a Misira Kevin de ji dora 1353 heta 1334 BZ hukumdarî kir. Her du fîrawn bajar, perestgeh û berfirehkirina bawerî û desthilatdariya xwe afirandin. Nefertîtî şeş keç hebûn ku di gelek wêne de xuya dibin. Tê gotin ku piraniya wan di temenê piçuk de mirine. Gelek vedîtinên arkeolojîk destnîşan dikin ku mirina Akhenaten jî berî Nefertîtî bû. Dibe ku ev yek bû sedema ku ew ji bo demek kurt hukumdarî bike heya ku fîrawn Tutankhamun bigihîje desthilatdariyê. Dema Tutankhamun bu fîraw bi yek ji keçên Nefertitî Ankhesenpaaten re zewicî. Tê gotin ku ew cot hîn pir ciwan bûn û di salên pêşîn de ji hêla heman Nefertîtî ve bi berfirehî hatine rêberîkirin û bandorkirin.
Di dema serweriya Tutankhamun de rêbazên kevn û xwedayên kevneşopî ji nû ve hatine bicîhkirin. Hin dîroknas bawer dikin ku ev jêbirina karên wî berî ku Tutankhamun were ser desthilatê dest pê kiriye. Tê gotin ku ev dem bû ku Nefertîtî hat ser desthilatê ji ber ku wê guh da gel û fêm kir ku guhertinên mêrê wê çiqas ne populer bûn.
Wisa xuyaye ku Nefertitî piştî demek kurt mir lê heta îro îspata wê tune ne. Ev yek rê li ber gelek teorî û texmînên cûda vedike.
Tiştê ku zelal dimîne peykerê wê yê navdar e. Ew me bi bereket û rêz û nîşana girîng a ku wekî jineke pêşeng hiştiye bi bîr tîne. Mîrasa wê her çiqas veşartî bê jî, heta îro zindî maye. Mîrasekî mezin ku ji Kurdistan, heya Misir û hamû cîhan belav bû.
Nefertîtî rûn pêşkêşî Aton dike. Muzexaneya Brooklynê.
Nefertîtî, Akhenaten, û keçên wan li ber xwedayê rojê Aton. Muzexaneya Misirê, Qahîre.
Nameyên Amarna di navbera firawnê Misirê û padîşahê Mîtan de.