Nagihan Akarsel jinek bû ku têkoşîna azadiyê bi pênûsa xwe ve kiriye yek û her kêliya jiyana xwe bi kelecan jiya û dinivîsand. Di 3’ê Cotmeha 2022’an de, rojek beriya were qetil kirin, wê di rojnivîska xwe de wiha nivîsîbû: “Ez dixwazim ewqas binivîsim ku agir bi pênûsa min dikeve, gotinên min têrê nakin. Paşê ez di nav pênûs û rûpelan de asê dimînim… Ez ê dilê xwe bi hêz bihêlim û binivîsim… Nexwe, barê wijdanê pir xerab e…”
Em ê rojnivîs, gotar, helbest û romanên Nagîhan Akarsel li vir parve bikin.