Rihan Xanim a Loristanî (Sedsala 5’an) Rihan Xanima Loristanî helbestvan ku evîndara meynoşa evîna yezdanî bûye, hundirê wê bi ronahiya dahêneriya cîhanê ronî bûye û ji jenga serdem û rojgarê paqij bûye. Navê vê stêrka geş ku li asîmanê Loristanê serî hildaye. Rihan Xanima Loristanî ye. Li gorî pirtûka Serencamê di sedsala pêncem a koçî de li dorhêla Yafteko li Loristanê ji dayik bûye. Piraniya helbestên wê li ser pesend û pesn û methê Şa Xweşîn in. Ji Rihan Xanimê hinde beyt bi cih mane û di pirtûka (Dewrey Şa Xweşîn) de hatine nivîsîn ku gelekî nazik, dilnişîn û berz in. Wê di tembûrlêdanê de jî destekî berz û bala hebûye ku di dîwanxaneyan de helbestên xwe dixwendin û li tembûrê dida.
Nivîsa berê
Adile Xanî Jaff
Nivîsa pêşî
Cîhan Ara Xanim Paweyî
Naverokên Peywendîdar
- 21 hours berî
- 3 days berî
- 5 days berî
- 6 months berî