Piştî navenda bajarê Silêmanî, li Wanê jî bi navê “Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd” ku Nagihan Akarsel xeyala wê dikir, hat vekirin. Bi sedan pirtûkên li ser dîrok, anatomî, felsefe, wêje û bîrdoziyê li benda xwendevanên jin.
Şaredariya Wanê di 7 ‘ê Kanûnê de li taxa Akköprü ya li navenda navçeya Tûşbayê “Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd” vekir. Pirtûkxaneya Jinan a ku xewna xebatkara Akademiya Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel bû ku di 4ê Cotmeha 2022an de li Silêmanî hatibû qetil kirin, piştî Silêmanî niha jî li Wanê dest pê kir. Xebatkara Kovara Jineolojiyê Eylem Aktî jî diyar kir ku ev navend cihekî ji bo jinan ava dike ku xwe nas bike, xwe biparêzin û dîroka xwe binivisînin.
Gelek xwendinên berfireh
Eylem Akti li ser pirtûkên li pirtûkxaneyê ji Jinnewsê re axivî û got, “Pirtûk li ser bingeha pêşniyaran hatin hilbijartin. Hin nivîskaran pirtûkên xwe wek diyarî anîn. Pirtûkên ku niha di pirtûkxaneyê de ne, tenê beşek jê ne û wê zêdetir lê werin zêdekirin. Teklîf û lîsteyên pirtûkan dîsa û dîsa tên şandin. Ji çîrokên jinan bigire heta pirtûkên anatomiyê gelek cure pirtûk hene. Pirtûkên nivîskarên jin ên ji tevgera jinan, pirtûkên kurdî, pirtûkên bîrdozî yên jinên ku tev li tevgerên femînîst bûne hene, her wiha gelek pirtûkên li ser dîroka jinan hene.”
Ji Virginya Woolf heta Nagihan
Akti bi bîr xist ku xewna Nagihan Akarsel a “pirtûkxaneya jinê” ye û wiha dewam kir: “Navenda ku li vir hatiye vekirin, dewama pirtûkxaneya jinê ye ku ji aliyê xelîfeyên Nagihan Akarsel ve li Silêmaniyeyê hatiye vekirin. Vekirina navendê tê wê wateyê ku em Negîhan û jinên ku li zindanan û li qadan têkoşîna xwe didomînin, em ji bîr nekirine û wê neyên jibîrkirin. Her wiha Virginya Woolf ku di dîroka femînîzmê de cihekî girîng digire, ji bo pirtûkxaneyên jinan bi navê “Odeyên Jinan” projeyek hebû. Weke xelîfeyên Virginya û Nagihan ê em ê xeyalên wan pêk bînin.”
Akti diyar kir ku projeya pirtûkxaneya jinan a gerok wê di demeke nêz de bikeve meriyetê û got: “Divê em bikevin giringiya saziyên xwe yên xweser. Pêwîste li van saziyan de werin gel hev û giringiya destekdayina hevdû bizane.“