Navê pirtûkê: Zeviya Ajelan
Nivîskarê pirtûkê: George Orwell (ji inglizî werger Rewşen Hisên)
Hejmara rûpelan: 94
Kurteya pirtûkê:
Orwell di sala 1944an de, pirtûka xwe ya bi navê Animal Farm (Zevîya Ajelan), qedand. Di pirtûkê de komek ajalên zozanan, xwediyê zevîya xwe yên mirovên mêtinkar ji holê radikin û ji xwe re civakek wekhevparêz ava dikin. Di dawiyê de rêberên jîr û hêzdar ên heywanan, beraz, şoreşê dipelixînin û dîktatoriyek ava dikin ku koletiya wê ji ya mirovên xwediyê wan ên berê jî zordartir e. Di destpêkê de Orwell di peydakirina weşangerek ji bo çapkirina pirtûka xwe gelek dijwarî dît. Lê gava ku ew di sala 1945-an de çap kir, ev yek ne tenê ew navdar kir, her wiha yekem car ew dewlemend jî kir. Zevîya Ajelan yek ji baştirîn berhemên Orwell bû, tijî jîr û xeyal û bi heyranî hatibû nivîsandin. Lêbelê dema cara yekem çap bû zêde bal nekêşa ser xwe, di bin siya pirtûka wî ya paşîn, Hezar Nehsed Heştê û Çar (1949) de ma.