Di tevahiya dîrokê de, bêhejmar pirtûkxaneyên hêja yên aîdî şaristaniyên cûrbecûr hatine şewitandin an wêrankirin. Di nav wan de ên herî navdar Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê, Mala Hikmetê (Beyt el-Hikme) li Bexdayê (ji aliyê Mongolan ve hatiye wêrankirin), Pirtûkxaneya Nalandayê li Hindistanê, Pirtûkxaneya Împeratorî li Stenbolê û Pirtûkxaneya Keleha Alamutê (Îran), ku di sala 1256an de ji aliyê Mongolan ve hatiye wêrankirin in. An jî pirtûkên ku ji aliyê Naziyan ve hatine şewitandin. Mirov dikare behsa wan hemûyan bike.
Ev bûyer bi gelemperî di demên şer, fetih û wêrankirina çandî de qewimîn. Wêrankirina van pirtûkxaneyan wekî mînakek bi êş tê hesibandin ku zanîn û çand çawa bi hêsanî di dîrokê de dikarin werin tunekirin.
Lê bûyera ku ez dixwazim niha ji we re vebêjim ne ji refikên tozî yên dîrokê ye, bûyereke ku di destpêka 2026an de qewimî ye…
Nagihan Akarsel, endama Akademiya Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen bû. Li Herêma Başûrê Kurdistan, Silêmaniyê li ber mala xwe ji aliyê dewleta Tirk ve di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Ji ber vê yekê, jinên ku Nagihan nas dikirin, li ser wê bihîstibûn û ji helwesta wê bandor bûbûn, malên xwendinê û pirtûkxane vekirin û ev yek ji xeyalên wê yên herî mezin pêk anîn. Yek ji van jî Mala Xwendinê ya Ş. Nagihan Akarsel bû, ku di 4ê Cotmeha 2023an de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hate vekirin. Bi saya vê yekê, ji ciwanan bigire heya mezinan her kes dikare bi hêsanî bigihîje pirtûkan, û çandeke xwendinê pêş dikeve. Ev hemû bi saya xeyala Nagihan pêk hatin. Mixabin, li Helebê, ku çek li sînoran û di wesayîtan de li deverên ku di bin kontrola HTŞ (Heyat Tahrîr el-Şam) de bi hesenî têne kirîn û firotin. Bes di sinoran de derbaskirina pirtûkan qedexe bû û tirsa herî mezin jî kesên ku derdora wan pirtûkan kom dibûm û rexîstîn dibûn. Ji bo wê pirtûk hatin şewitandin û wêrankirin.
Û ev yek li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku sembola berxwedanê ye, qewimî. Niha ez ji we guhdaran dipirsim: Hûn çawa dikarin vê îdeolojiya hovane qebûl bikin ku ji wan kesên ku xwe di ronahiya zanînê de pêş dixin ditirse? Erê, hûn ew kesên hov qebûl dikin? Ji ber ku bêdengiya we qebûlkirina we ye. Her kesê ku li ser hevpeymaniya DAIŞ-HTŞ-Dewleta Tirk û komkujiyên wê bêdeng dimîne bi xwezayi dibe êrêkirina kiryarên wan. Niha ez dîsa ji wijdanê we dipirsim: hûn li aliyê parastina ronakbîriyê ne an li aliyê parastina tariyê ne?
Serhildan Banyan Magusa
Zêdetir:


