Mestûre Erdelanî

Mestûre Erdelan wek helbestvan, nivîskar û dîroknas tê nasîn. Ew di sala 1805’an li bajarê Îranê Senendecê tê dinya yê. Bi zimanê Kurdî, Farsî û Erebî nivîsên dîrokî û gelek hûnera xwe bi helbestan li pey xwe hîştine. Mestûre tevî malbata xwe koçê Silêmanî dibe û li gel mîrtiya baban bi cih dibin. Mestûre Erdelanî bi jêhatiya xwe a di warê helbestan de karî ku di demeke pirr kin de ciheke girîng di nav helbestvanên dema xwe de bigire û li hemberê wan bi sekneke bi hêz di warê dîroknasiyê de jî gav bavêje û serketî be. Mestûre Erdelanî ku wek Mah Şeref Xan jî tê nasîn di hefdeh saliya xwe de û ji neçariyê bi Xosro Xanê kurê Êmamollah xanê mezin re tê zewicandin. Sala 1834’an hevserê wê ji nexweşîya kezebê di 29 salîya xwe da jiyana xwe ji dest dide.

Biçe Li Jor