Merzîye Resazî (Ferîqî)

Şoreşger û hunermend Merzîye Rezazî, di 18ê Gulanê sala 1958an de li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata wan bi esilê xwe ji bajarê Sine ne. Di biçûkatîya xwe de bi xweşikbûyîna dengê xwe kesên derdorê xwe dixe bin bandora xwe. Merzîye Rezazî ji ber nasnameya xwe ya jin û Kurd di jiyana xwe de pirî caran rastî zehmetîyan tê. Dema mezin bû û dengê wê kemilî, êdî di nava malbatê de kesî qebûl nedikir ku bistire, ji ber ku civakê strangotina jinan neyînî didît. Di sala 1978an de bi hunermend û nivîskar Nasir Rezazî re dizewice. Di heman salê de tev li çalakîyên ku li dijî serdestîya rejîma Şah hatîye lidarxistin dibe û ji alîyê polîsan ve tê girtin. Çalakîyên ku tev lê bûye dikin hincet, wê ji mamostetîyê diavêjin. Li hemberî van erîşan Merzîye Rezazî û hevjînê wê tev li Pêşmergeyên Komel dibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Bi stranên xwe hewl dide hestên şoreşê di nava gel de pêş bixe. Di wan salên li ser çiyayan de bi hevalên xwe yên pêşmerge re koroyeke bi navê Korî Bangewaz ava dikin. Di sala 1985an de weke penaber diçe Swêdê. Piştî ku yekem qenala televizyona Kurd MED TV dest bi wêşanê dike ew jî hunera xwe berfirehtir digihîne gelê Kurd û di nav gel de pir tê heskirin. Di 18ê Îlona 2005an de li Swêdê, jiyana xwe ji dest dayê.

Biçe Li Jor