Rewşen Bedirxan

Rewşen Bedirxan 11ê tîrmeha 1909an li Qeyserî, Tirkiye ji dayîk bûye. Rewşen Bedirxan mamoste û nivîskareke kurd bû. Keça biraziyê Mîr Bedirxanê Azîzî bû. Rewşen Bedirxan, hîndekariya xwe li Şam û Ûrdûnû berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên dest pê dike. Rewşen, di sala 1935an de bi Celadet Bedirxan re dizewice. Rewşen Bedirxan, dibe nivîskareke kovara Hawarê. Di sala 1957an de li Yewnanistanê kongreya dijberî mêtingeriyê tê lidarxistin û di nava şeş delegeyên kurd ku pêwistê beşdarî kongreyê bibin. Tenê Rewşen Bedirxan beşdar dibe. Di 1971ê de li ser daxwaza Mistafa Berzanî, diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara Rewşen Bedirxan, bi çalaktiya xwe ya di warên civakî, ramyarî û hîndekariyê de tê naskirin. Di nava berhemên Rewşen Bedirxan de gelek pirtûk û werger hene. Di 1ê hezîrana 1992an de Rewşen Bedirxan li Banya, Suriya. jiyana xwe ji dest da.

Biçe Li Jor